axxx.gif

Home | jo | gedichte | Family Photo Album | über mich | AB 18 | x-akten | viedeos | Arabische Musik | Kurdische Klingeltöne | Kurdische Film | viedo | Ezdichan EZIDEN; 99 Gebote | Sengala el iraq | Meine verlobung Jawdat & Ketan <3 | Türkisch Musik | Kurdisch TV | Kurdische Musik

Sengala el iraq

Welcome!

Şengalê Maran Bi Te Veda

Şengalê,evê carê Maran bi te veda
canê te gez kirin,û jehra xwe berdan têda

gelek feqîr û jar,ji te kûştin û birîndar kirin
Buhar jî çirmisandin,gûlên ciwan hemî mirin

tîrêjkên Rojê neman
ew Roja geş a li bilindahîya esmanî
Kifnekî reş li ber xwe kir
û berî wextê xwe,berew ava bunê ve ço
ço ava û bu tarî û tarîstan
di nav wê tarîyê de
Milletê me yê jar
yê bê gûnneh,berzebu,wendabu
Buhara wan a rengîn xav û zer bu
Gûlên ciwan zuha bun û çirmisîn
ji Aqara jî kew û bilibil pêkve firîn

Ax Şengalê,ez çî peyva hejî pêşkêşî te bikim
hemî peyv yê li gewrîya min asê buyîn
nahêne dere.
Nê ev peyvne ji dilê min derketin
û Pênusê ji ber xwe ve,li ser rupelekê nivîsî
û got.......
72 û ferman bi ser te da hatin û borîn
qet nekarîn serî li te bi çemînin
û îro roj fermana 73 li ser te rabu
Lê her serê te ne çemya û na çemyêt
ser çemandin,ser şor kirin,ji bo wan be
ewên ku kerbên wan ji te vedibin
ewên ku eve, îro roj anî ne serê te
ewên ku xweşîya, ji dilêt me di dizin

Şengalê,hebuna te cihê dil xweşya me ye
û jana te,xema te,her ya me ye
weke li 14.8.li roja sêşemmê
tu keyte mezintirîn jan û xemê
Nê te xwe li ber girt,tu Çîyaî
tu mifreq û pîlayî,tu na mirî
tu sax dê minî û tu sax ya mayî
mirin ji bo dûjmina,ji bo kafira
ji bo Tîrorê bêbext !!!
 

:::::hab es in internet gefunden::::...

People shouting at the world over megaphones; Size=240 pixels wide

Please get in touch with any comments or reactions to my site.

bexer bechen she seite jawdat
har dem sar kavti ben